Li Amedê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şankûşê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li navçeya Şankûş ser bi parêzgeha Amedê demjimêr 01:25 deqe bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbûye.

Herwiha AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor zanyariyên destpêkê erdhej nebûye sedema ti zerarekê.