Endamê Parlamentoya Ewropayê: Nikarin Kurdan bikin Tirk

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê Javier Nart ku serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû, beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û ragihand, “Nabe ti hincetek ji Tirkiyê re bê çêkirin ku destwerdanê bike û divê pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê, bi mameleyeke navxweyî bêne çareserkirin.”

Javier Nart her wiha diyar kir, ew ji diplomatên Tirkiyê re dibêje, rêkeftina aştiyê li Tirkiyê bêyî Kurdan nabe û nikarin Kurdan bikin Tirk.

Javier Nart destnîşan kir ku divê Kurd li her parçeyekî bi xwe karê xwe bikin û xwe birêve bibin, pêwendiyên dîrokî pirsgirêkan jî li pey xwe tîne. Javier Nart dibêje, Kurd li Îran, Tirkiyê, Sûriyê û li Iraqê divê her yek ji wan bi xwe biçe pêş û bi awayekî rasteqîn pirsgirêk bêne çareserkirin.

Javier Nart got, “Yekem ez bi eşkere û bi zelalî diaxivim, divê em baweriyê bi xwe bikin, na, yekem bi xwe, duyem tişt, divê nerîneke praktikî hebe ji bo rewşa navçeyê, nabe em ti behaneyekê ji Tirkiyê re çê bikin ku destwerdanê bike, divê em li ber çav bigirin ku pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê, divê Kurdên Tirkiyê muamelê li gel bikin, dema ez vê axaftinê dikim, di heman demê de ji Tirkan re dibêjim dema ez li gel wan kom dibim, diplomatkarên li Yekîtiya Ewropa û li ofîsa min li Brukselê, hûn qet nagihêjin ti rêkeftinên aştiyê li Tirkiyê bêyî Kurdan, lewra dive vê rastiyê li ber çav bigrin, hûn nikarin Kurdan bikin Tirk, dibe Kurdên Tirkiyê hebin lê Kurd bin.”

Roja Çarşemê 1ê Hezîrana 2022an, Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê Javier Nart, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer re civiyabû.