Karayilan bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê: Ala PKKê bilind nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaz kir ku di çalakiyên xwe de alên PKK û HPGê bilind nekin û bi rengên xwe tevlî çalakiyan bibin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di hevpeyvîna li gel medyaya nêzîkî PKKê de têkildarî gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û çend mijaran de axivî.

Murat Karayilan amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike û got: “Bi fermî dibêje 'Ez ê bi 30 kîlometreyî xetekê çêbikim, tampon'. Dibêje 'Ez ê milyonek mirovî bînim li wir bi cih bikim'. Lê belê ev tiştên fermî dibêje. Bi esasî dixwaze tevahiya Rojavayê Kurdistanê, heta beşek ji axa Ereb lê dimînin, ew sînorê ku jê re dibêjin 'Mîsakî Mîlî' ji Helebê heta pişta Hesekê hemûyan dagir bike. Planê xwe wisa heye. Çavê xwe berdaye petrola wê derê, petrola Rimêlanê, dewlemendiya wê derê. Dixwaze di wir de rêyekê ber bi Iraqê re veke, xeta trenê berê li wir heye, dixwaze yekser di wir re bibe. Ji ber wê Şingalê jî dike hedef.”

Karayilan dibêje: “Eger Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van tecrûbeyên çend salên dawî sûdê werbigire, şerê gel ê şoreşgerî bi şêwazekî rasteqîn bimeşîne, dê karibe dewleta Tirk bixitimîne û têk bibe. Şerê gel ê şoreşgerî ne tiştekî ji rêzê ye. Mînak, Ukraynayê jî hinekî meşand, dewleta Rûsyayê ya ku ewqasî xwedî derfet û teknolojî kete nava zehmetiyê. Belkî şer hînê dewam dike, em niha nikarin li ser tiştekî bêjin, lê belê divê kes ji dorpêçê netirse. Hema wisa koç neke. Gel divê alîkar be. Yanî gel belkî her kes weke leşkerekî tevnegere, bi çekê şer neke. Lê belê li cihê xwe be, cihê xwe bernede.”

Bi gotina Karayilan niha ji bo Rojavayê Kurdistanê piştevaniya raya giştî heye û re dibêje: “Divê gelê me û tevgerên li wê derê, heta heye ji dewletan piştgiriyê bigirin baş e, lê belê divê pişta xwe nede wan. Ji ber ku di vê demê de mirov nikare pişta xwe bide kesî. Divê mirov pişta xwe bide xwe, bide gel. Ji bîr nekin, gel hêza herî mezin e.”

Karayilan herwiha xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê têne kirin û têde alên PKK û HPG têne bilindkirin rexne kirin û got: “Gelê me niha çalakiyan dike. Lê hin caran mirov lê dinihêre, ev çalakî mîna ku li Ewropayê ye. Tu di nava şer de ye, divê tu biçe nava gundan gel tevger bike, taxan tevger bike, binerd çêbike, xwe ji şer re amade bike. Lê piranî wisa meş e û hwd. Baş e, bi taybetî ji bo derd û daxwazên xwe bînin ziman xwepêşandan pêwîst e û baş e, hêja ne. Lê belê meşên wisa, weke ala me ya partiyê, yan jî yê HPGê rakirin weke li Ewropayê, ev şaş e, em tevlî vê nabin. Bi qasî ez zanim rêveberiya me jî tiştekî wisa naxwaze. Divê her kes bi rengê xwe bimeşe. Bi rengê xwe tevbigere, bi ala xwe tevbigere. Yanî şaşitiyên wisa divê nebin.”