Serokê Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê hat vexwendin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Sereni civiyan. Serenî tekezî li ser vexwendina welatê xwe kir ku Nêçîrvan Barzanî serdana Îtalya bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 4ê Hezîran 2022yan li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Sreni û şandeya pê re kir.
Li gor daxuyaniyê di civînekê de, têkiliyên Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxweya Kurdistanê û metirsiyên teror û tevgerên DAIŞê hatin gotubêjkirin.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê nîşan da ku dixwaze têkiliyên xwe bi Îtalyayê re, di hemû waran de, berfirehtir bike û zêdetir hevkarî di navbera her du aliyan da hebe.
Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî, li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de di dema şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine, spasiya Îtalyayê kir.
Her du alî hevhizir bûn li ser girîngiya hebûna seqamgîriya emnî, siyasî û aborî li Iraqê û pêwîstiya destpêkirina diyalogê ku hemû aliyên Iraqî bigehin li hevtêgihiştinê ku prosesa siyasî ji vê rewşa têde xetimiye rizgar bikin, hikûmetekê pêk bînin ku nûnertiya xwestekên gel û hemû pêkhateyên Iraqê bike,
Sereni dawetnameya birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê da destê Barzanî ku serdana Roma ya paytexta Îtalyayê bike û wê tekîd li ser wê yekê kir ku Rojhilata Navin, Iraq û Herêma Kurdistanê, di warê girîngîpêdan, geşepêdan û alîkariyan de ji bo Îtalyayê di rêza pêşîn de ye û welatê wê bi girîngî li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.
Di civînê de ku, Balyozê Îtalyayê yê Iraqê, Konsolê wî welatî yê Herêma Kurdistanê amade bûn, berhevî û çalakiyên Îtalyayê yên di warê kultûrî û şûnewarnasînê de li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û çend mijarên din hatin nirxandin.