Li Cizîrê cenazeyê 2 zarok di Çemê Dîcleyê de wenda bibûn hatin dîtin

04-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê  cenazeyê 2 zarokên ku ketin Çemê Dîcleyê hat dîtin.

Li taxa Nûrê duh êvarê Îdris Putru (17) û Zekeriya Negîz (13) ketin Çemê Dîcleyê.

Zarok piştî ku ketin çem, di robar de li ber avê çûn û winda bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, polîs û tîmên lêgerînê çûn cihê bûyerê.

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Avê ya Şaredariya Cizîrê ji duh bi şev vir ve dixebitin, cinazeyê Putru dît.

Cesedê Putru ji avê hat derxistin, ji bo otopsiyê bi ambulansê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Piştî otopsiyê li Mizgefta Nûh Nebî nimêja cinaze hat kirin û cinaze li Goristana Asliyê bi şîn û girîn hat veşarti.

Tîmên AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirina Avê ya Şaredariya Cizîrê û polîsan xebatên ji bo dîtina Negîz domandin û di encamê da cenazeyê wî jî hat dîtin.

Dema cenazeyê Zekeriya Negîz ji çem hat derxistin malbata wî ya li keviyê disekinî kirin qîrîn û hewar.

Cesedê zarokê ji avê hat derxistin, ji bo otopsiyê bi ambulansê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst