Mesrûr Barzanî: Ziyandîtiyên kampa Şariya dê bên qerebûkirin

04-06-2021
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kampa Şariya Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê şewata li kampa Şariya ragihand, “Em piştevaniya temam a Hikûmeta Herêmê bo dabînkirina pêdawîstî û qerebûkirina ziyandîtiyan dûpat dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek derbarê şewata li kampa Şariya derbirî û xemgîniya xwe li hember wê şewatê derbirî.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de daxwaz kir hevkariyên zêdetir pêşkêşî kampa Şariya bên kirin.

Herwiha Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa kampa Şariya peywendî bi wî kirine “amadebûna xwe bo hevkariya ji bo koçberên zerarmend ragihandin.”

Li aliyê din Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Faq Cabir aşkere kir ku wî peywendî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye û biryar e nêzikî 500 hezar dînar bo her malbateke ziyandîtî bê pêşkêşkirin.

Ajansa Netewên Yekbûyî bo karûberên penaberan jî ragihand, “Em li gel berpirsên herêmî û hevbeşên me kar dikin ji bo hilbijartina rêyeke rast bo dabînkirina alîkariyan bo wan malbatên ji ber şewatê ziyan dîtine.”

Li kampa Şariya ya ku penaberên Kurd ên Êzidî lê dimînin îro demjimêr 14.00 şewateke mezin derket.

Piştî nêzikî 30 xulekan tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û 12 tîmên agirkujiyê ji navçeyên Sêmel û Zaxo û navenda Duhokê gihiştin cihê bûyerê û piştî zêdetir ji 2 demjimêran şewata li kampa Şariya hat kontrolkirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana kampa Şariya kir û li ser ziyanên şewata îro jî ragihand, 370 şewitîne û hemû kelûpel û samanên 184 malbat û 994 kesan jinav çûne.

Gaz, neft û butlên gaze yên li nav kampê bûn sedema wê yekê ku şewat berfireh bibe  û vemirandina agir jî zehmet bibe.

Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî biryar da 400 çadiran bo niştecên kampa Şariya dabîn bike.

Kampa Şariya dikeve başûrê parêzgeha Duhokê û nêzikî 13 kîlometran ji navenda wê parêzgehê dûr e.

Nêzikî 4000 çadir di wê kampê de hene ku penaberên Kurd ên Êzidî tê de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst