KCD biryara hilweşandina parlamenteran şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) biryara hilweşandina parlamenteriya her yek ji parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu û herdu parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari şermezar kir û ragihand ku armanca desthilatdariya AK Partiyê ji wê biryarê ew e ku gelê Kurd bixê nava kaosê û xwe ji tengasiyan rizgar bike.

KCD, piştî ku li Parlamentoya Tirkiyê parlamenteriya Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglu hilweşandin, ew biryar bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de KCD dibêje parlamenteriya hevseroka wan Leyla Guven û Endamê Dîwanê ya KCDê Musa Farisogullari “bi darbeyeke siyasî ya AKPê hate hilweşandin û ew biryar li dijî hiqûqê ye.”

KCD ragihand ku AK Partiyê hemû rêgez û pîvanên demokratîk binpê kirin û carek din eşkere bû ku dijmintiya gelê Kurd dike.

Li gor KCD armanca AK Partiyê ji biryara hilweşandina parlamenteran ew e ku gelê Kurd bixê nava kaosê û xwe ji tengasiyan rizgar bike. Derbarê vê yekê de dibêje: “AKP dixwaze gelê Kurd bixe nava kaosê û xwe ji vê qeyranê rizgar bike. Vîna gelê Kurd kiriye armanca xwe.”

KCDê herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje di êrîşa Kurdan ti kes bi ser nakeve û wiha pêde diçe: “Vîna gel nayê darizandin. Bila baş bizanibin ku kesên îro me dadirizînin dê sibê dor bê wan jî. Wê demê bila tiştekî ji gelê Kurd hêvî nekin.”