Li çiyayê Qereçûxê 3 caran DAIŞ hat bombebarankirin

04-06-2020
RÛDAW
Nîşan Mexmûr Çiyayê Qereçûx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navdewltî ya li Dijî DAIŞê, 3 caran çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûx a Mexmûrê bombebaran kirin. Li gor zanyariyan, di bombebaranan de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Berpirsê Mêhwera Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, Di nava 24 seetan de, Hevpeymaniya Navdewletî 3 caran çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin û di encamê de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Sêrwan Barzanî ji Rûdawê re got: “Hêzên esmanî ya Hevpeymanan û Pêşmerge bi hev re çavdêriya tevgerên çekdarên DAIŞê dikin. Hevpeymanan sê caran DAIŞ li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin, ku cara dawî saet 8ê şevê bû û di du bombebaranên yekem de 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Sîrwan Barzanî got: “Piştî hevahengiya li gel Pêşmerge û ji bo peydakirina tunêla terorîstên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê li quntarê Qereçûxê û li hember gundê Elî Reş, balafirên cengî yên hevpeymanan, du car ew tunêl bombebaran kirin, ku 12 çekdarên terorîstî yên DAIŞê têde bûn.”

Ev êrîşa Hevpeymaniya Navdewletî bo ser çekdarên DAIŞê li sînorê qeza Mexmûrê û Çiyayê Qereçûxê di demekê de ye, ku du heftî beriya niha hevpeymanan tunêleke din a DAIŞê li heman çiyayê bombebaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst