371 malbatan formê xurek û karta zanyarî veguhestine Kerkûkê

04-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Kurdistan Xurek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji xeynî ku Ereb vegeriyane ser zeviyên xwe û tehdîtkirina Kurdan li sînorê Maddeya 140ê, niha ji ber Kurd di îdareya Kerkûkê de cîh nagirin, îdareya wî bajarî karta zanyarî û forma xwerakê ya Kerkûkê dide niştecihên hemû parêzgehên Iraqê ji xeynî Herêma Kurdistanê ku dixwazin li Kerkûkê bicîh bibin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, 371 malbatan formê xurek û karta zanyarî veguhestine Kerkûkê.


Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derbarê vê yekê de ji Rûdawêr re wiha got: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê wan ew derfet bi kar anîn, niha hinek biryar hatine dayîn bêyî yasa û destûra Iraqê, bi veguhestina formên xurekan bo Kerkûkê cardin erebkirineke nû tê encamdan, bêguman ev dijî yasa û destûrê ye. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nacive ew jî vê yekê bikar tînin. Dema Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kom bû em dê van biryaran hilweşînin.”


Bi liberçavgirina ku mafê dengdanê di hilbijartinan de bi forma xwerakê ve girêdayî ye, ev pêngava îdareya Kerkûkê ne tenê demografiya Kerkûkê diguhere, lê nexşeya hilbijartinê jî diguhere û dengên Ereb û Turkmenan li beramber dengê Kurdan zêdetir dike. Hevdem ev pêngava îdareya Kerkûkê derî vedike daku koçberên Ereb ên parêzgehên din ên Iraqê ku niha beşek ji wan li Kerkûkê bicîh bûne, formê xwerak û kartên xwe yên zanyarî veguhêzînin Kerkûkê.


Li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 kursiyan 26 kursiyên Kurdan hene. Berî 16ê Cotmeha sala borî 16 postên girîng ên Kurdan hebûn, lê niha piraniya wan ji dest dane wek:


Parêzgarê Kerkûkê, Serokê Encûmena Parêzgehê, Qeymeqamê Kerkûkê, Rêveberê Polîsên Qeza û Nehyeyan, Rêveberê Asayîşê-PDK, Rêveberê Xwendina Kurdî, Rêveberê Kiştûkalî, Rêveberê Polîsên Kerkûkê, Rêveberê Asayîşê-YNK, Rêveberê Tomara Xanî û Zeviyan, Rêveberê Trafîkê, Rêveberê Veberhênanê, Rêveberê Tendirûstî, Rêveberê Ewqafê, Rêveberê Berevaniya Şaristanî û Rêveberê Polîsên Bihewarveçûnê.


Beşek ji wan postan ku Kurdan li Kerkûkê ji dest dane, niha bi wekalet ji aliyê Ereb û Turkmenan ve tên birêvebirin û eger her guhertinek di wan de were kirin, dive encûmena parêzgehê biryarê li ser bide, lê ji ber serok û piraniya endamên encûmenê ne li Kerkûkê ne, encûmen nikare bicive û hîç biryarekê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst