QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Kurdistanê alîkariyan li ser xelkê hejar belav dike

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Jinên Kurdistanê alîkariyên mirovî belav kirin.

 

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Sûriyê çend selikên xwarinê li ser çend malbatên hejar li bajarê Qamişlo belav kirin.

 

Li gor birêvebira Yekîtiya jinên Kurdistanê li Sûriyê, rêxistina wan salane vê alîkariyê di meha Remezanê de li ser malbatên hejar belav dike.

 

Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdisyanê li Sûriyê, Arya Juma derbarê wan alîkariyan de ragihand, ku ew alîkarî ji endamên yekîtiya wan tên berhevkirin û li ser mabatên hewcedar tên belavkirin.

 

Li gor pisporên aborînas, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 80% xelkê di jêr hêla hejariyê de dijîn, an ku pwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.