Serdeşt - Mayinê du bira kuştin

04-06-2016
A+ A-

Serdeşt (Rûdaw) - Du birayan li bajarê Serdeştê yê Rojhilata Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest da.


Li gorî agahiyên Rûdawê, dema sê birayên niştecihên gundê Alwetanê êvara Pêncşemê bi trektorê di devera Deştwezîne re derbas dibûn, mayineke dijî-tank di rê de teqiya û di encamê de du ji wan jiyana xwe ji dest da û yê din birîndar bû.


Birayên mayinê kuştî 15 û 28 salî bûn.


Yê birîndar wê êvarê diveguhêzine Nexweşxaneya Serdeştê.


Wêneyên ku hemwelatiyan li cihê bûyerê girtine nîşan didin ku teqîn ew qasî bihêz bûye, trektor kiriye du parçe. Rêya teqîn lê çêbûyî ne cadeyeke sereke ye lêbelê rojane bi dehan trimpêl û trektor têre ji gundan diçine Serdeştê.


Serdeşt ku hijmara niştecihên wê digihe 40 hezarî, yek ji bajarên Parêzgeha Ormiyê ye û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.


Di serdema Şerê Iraq - Îranê de (1980 - 1988) bi hezaran mayin li gelek deverên Serdeştê hatine çandin. Salane bi dehan hemwelatî dibine qurbaniyên teqîna mayinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst