Civîna Nêçîrvan Barzanî û serokatiya parlamentoyê berdewam e

04-06-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku bersiva çend pirsên parlamenteran bide derbarê krîza aborî, budce û petrolê de, ligel şandeke hikûmetê gihişte Parlamentoya Kurdistanê.

Piştî gihiştina şandeyê, Nêçîrvana Barzanî û şanda pê re ligel serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokê frakisyonan civiya û tê de serokwezîrê Barzanî destpêkê gotarek pêşkêş kir.

Şanda ligel Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê pilandananê Elî Sindî, wekîlê wezareta darayî Reşîd Tahir, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, kordînatorê navbera parlamento û hikûmetê Seid Xalid pêk tê.

Jibilî wê şandeyê, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî di civînê de beşdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst