Li Raniye jineke 59 salî xwe dixeniqîne

04-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Raniye (Rûdaw) – Li taxa Azadî ya bajarê Raniye, jineke 59 salî xwe li mala xwe daliqand û xeniqî. Polîs dibêjin ew sedemê xwe xeniqandina wê nizanin. Kesekî nêzîkî wê jî dibêje, ku derûna wê nexweş bû.

Ew pîrejina ku navê wê Ayîşe Îsmaîl Mihemed Emîn e û diya 7 kur û 2 keçan e, sibeha roja 23.05.2013 xwe li mala xwe daliqand. 

Berpirsê ragihandinê yê polîsên qezaya Raniye Mistefa Mihemed derbarê xwe xeniqandina wê jinê ji Rûdawê re got: “Xwe bi bistên camekana mala xwe daliqandibû û xeniqîbû.” Lê dibêje hêj rohn nebûye wê pîrejinê çima xwe xeniqandiye: “Em niha lêkolînan dikin.”

Jinbira Ayîşe, Zeytun Hemeweys ji Rûdawê re got: “Ayîşe di sala 2007 de rastî nexweşiyeke jinan hat, gava neştergerî jê re hat kirin rastî nexweşiyeke derûnî jî hat. Lewma xwe daliqand. Heke na ti kêşe di malbata wê de nebû.”

Zeytûnê got: “Gava Ayîşeyê xwe daliqand kes li wir nebû û ev yek wek derfet bi kar aniye û ji bo xwe xeniqandinê çarika serê xwe bikar aniye. Herwiha ew pirr caran digiriya û digot xwe dikujim. Lê min li ber dilê wê dida û min jê re digot, wê çewtiyê neke.”

Navborî diyar kir ku di dema nexweşiya wê de xizmên wê ne xemsar bûn, ew birine çend nexweşxaneyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, lê baş nebûye. 

Rûdawê hewl da bi kur û keçên wê jinê re bipeyve, lê ew ne amade bûn behsa wê bûyerê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst