PAKURDê Komkujiya Dêrsimê bi bîr anî: '45 hezar Kurd kuştin!'

04-05-2024
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Partiya Kurdistanî (PAKURD) Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) Komkujiya Dêrsimê bi bîr anî.

Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê berî 87 salan komkujiyeke mezin li dijî Kurdan kir.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê Komkujiya Dêrsimê bi bîr anî.

Partiya Kurdistanî (PAKURD) di peyama xwe de da zanîn:

“Îro salvegera Komkujiya Dêrsimê ye û em hemû kesên bêguneh ên ku hatin qetilkirin bi êş bi bîr tînin.

Hêzên Tirk ên dagirker bi bombebaranên hewayî û gazên jehrî dest bi komkujiyeke hovane kir.

Di salên 1937-1938an de wan 45 hezar Kurd bi xedarî kuştin.”

Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dayîn 87 sal derbas bûn.

Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyeyê, CHPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâti) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin.

Roja 4ê Gulanê wekî salvegera Komkujiya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal li bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên bibîranînê tên kirin.

Li gorî amarên fermî, di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin û 11 hezar 818 kes jî hatin sirgûnkirin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetên navdar ên Dêrsimê 15ê Çiriya Paşîna 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.

Belgefîlma ji devê kesên bûne şahidên Komkujiya Dêrsimê “Domane 38” di Rûdaw TVyê de hat weşandin.

Belgefîlma “Domane 38” ku ji aliyê rojnameger û nûçegihanê Rûdawê Elî Heyder Gozlu ve di nav 6 mehan de hatiye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdawê yên gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst