HPGyê bîlançoya şer a nîsanê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şer a meha nîsanê eşkere kir.
HPGyê ragihand ku gerîlayan nîsanê 29 çalakî li dar xistine û 12 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 3 leşker jî hatine birîndarkirin.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayan derb li helîkoptereke Skorsky jî xistiye û dest daniye ser gelek amûrên leşkerî.
Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê nîsanê “279 caran bi balafirên şer, 30 carî bi helîkopterên êrişê, 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 9 caran bi dronên bombebarkirî û carekî jî bi çekên kîmyewî” êrişî gerîlayan kiriye.
Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha li ser şerê meha nîsanê ti amar belav nekirine.