‘Amerîka dê piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê’

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke Senatoya Amerîkayê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser cevîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya Amerîkayê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê şandeyê daye zanîn, “Amerîka dê piştgiriya xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku sanatorên Amerîkayê Joni Ernst, Senator Ted Budd û şandeya bi wan re tevî civînê bûne.

Hat ragihandin ku mijarên wekî “pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û diyalogên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê” hatine nirxandin.

“Amerîka girîngiyê dide pêwendinyên bi Herêma Kurdistanê re”

Şandeya Amerîkayê daye zanîn ku dê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê bidome û gotiye:

“Amerîka girîngiyê dide pêwendinyên bi Herêma Kurdistanê re û Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke girîng û binirx dibîne.”

Senatorên Amerîkayê rola girîng a Pêşmergeyan a di têkbirina DAIŞê de bi bîr aniye û diyar kiriye ku Pêşmerge ji bo aramiya Îraqê jî xwedî roleke girîng in.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo piştigiriya wan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Senato û Kongreya Amerîkayê kir.

Li hêla din, Balyozê Amerîkayê yê Îraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.