Li Erdexanê mînîbus qulibî: Miriyek, 13 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê mînîbusek qulibî, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Çildir-Erdexanê serwîsa rehabîlîtasyonê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 7 ji wan xwendekar 14 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.

Li nexweşxaneyê birîndarê bi navê Seydî Yildizê 62 salî tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Herwiha hat ragihandin ku rewşa birîndarên din baş e.