Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din mir

04-05-2024
Nîşan Başûrê Kurdistanê Leşker Tirkiye Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî din ê Tirkiyeyê mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku birûskê li wî leşkerî daye û ew miriye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerî Ata Goçmen e û ew çawişê pispor bûye.

Wezaretê li ser nasnameya wî leşkerî ti agahiyên din nedan û got ku li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê du roj berê jî ragihandibû ku leşkerekî wan ji ber lêdana birûskê miriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst