Li Amûdê kesek bi guleyên Artêşa Tirkiyê birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kesek bi guleyên Artêşa Tirkiyê birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di encama teqekirina leşkerên Artêşa Tirkiyê li xelkê Amûde ku hevsînor e bi Tirkiyê re, kesek bi navê Ebdulezîz Derbo yê 49 salî birîndar bû.

Ebdulezîz Derbo ji gundê Bihîra ye ku bi 5 km li rojavayê Amûde dikeve, fîşek li pişta wî ketiye, ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û rewşa wî niha baş e.

Ebdulezîz Derbo û çend kesên din kar di nava erdên xwe yê çandiniyê de dikirin, lê Artêşa Tirkiyê teqe li wan kirin û di encamê de birîndar bû.