PAKê bi boneya 86emîn salvegera komkujiya Dêrsimê peyamek belav kir û ew komkujiya li dijî Kurdan şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Jenosîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e.”
PAKê bi boneya 86emîn salvegera komkujiya Dêrsimê, ew komkujiya li hemberî Kurdan bibîr anî û şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de PAKê dibêje “Jenosîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê dest pê kir, di 1937-38an de bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatiye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.”
PAK dibêje: “Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê hatiye kirin, tişta ku dewlet bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastiyê bavêje ye. Dewlet dikare bi destnîşankirina cihên gorên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyid Riza û yên din dest pê bike.”
Peyama PAKê wiha ye:
“86 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina Ataturk û Fevzî Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937ê de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan. Ev biryara, destpêka Teretele ya Dêrsimê bû.
Di vê biryarê de wiha dihat gotin. ‘Gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Di vê operasyonê da, hêzên leşkerî dê bigirin ser gundan, dê him çekan bicivînin û him jî bi vê firsendê kesên ku hatine civandin neqil bikin’. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin, dê çavkaniyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e, ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê em li cih de ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan bi dûr bixînin’.
Ev gelek aşkere ye ku, ev biryara dewleta Tirkiyê, ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.
Dewleta Tirkiyê beriya vê operasyonê, ewilî biryara ‘berhevkirina çekên di nav gel’ de derxist. Paşê, bi navê ‘wergirtina ji bo wazîfeya leşkerîyê’, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û kirin bin kontrola xwe û dûv re, kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbarin, tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkiliyên di navbera wan de bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin, surgunî bajarên cuda yên Tirkiyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî van kiryaran, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê bixin nava wan, gelê Dêrsimê qirkirin.
Serokê Asayîşa Meletiyê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku, jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn, reviyabûn xwe di şikeftan veşartibûn, di wan şikeftan de, bi “jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin, xwe ji zinarên bilind davêtin çemê Munzurê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek zarokên Tirk gihandin.
Jenosîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê dest pê kir, di 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê berdewam kir. Wek ku di biryarnameyê de hatiye gotin, hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.
Ji ber sûcên ku li hemberî gelê Dêrsimê û Kurdistanê kiriye, tiştê ku Dewleta Tirkiyê bike ew e ku, beriya her tiştî divê uzra xwe ji gelê Kurd bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastiyê bavêje.
Dewleta Tirkiyê dikare bi destnîşankirina mezelên Seyid Riza, Şêx Seîd û hevalên wan, ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.
Di 84emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên li hember gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse