Dibe ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê hilbijartinên Kurdistanê birêve bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Weidî Mizûrî ji Rûdawê re ragihand, eger heye Dadgeha Federal a Iraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê erkdar bike daku hilbijartinên Kurdistanê birêve bibe. 

Roja Çarşemê 3ê Gulana 2023an careke din civîna Dadgeha Federal a Iraqê bo biryardan li ser doza ku dijî dirêjkirina dema Parlamentoya Kurdistanê hatibû tomarkirin, hat paşxistin. Dadgeha Federal a Iraqê ragihand, ji dosyeyê re lêkolîneke zêdetir hewce dike û ji ber wê sedemê civîna dadgehê bo 24 Gulanê hate paşxistin.

Serokê Dadgehê daxwaz ji nûnerê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê jî kir di civîna bê de amade be.

Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Weidî Mizûrî di dema beşdarîkirina di bultena demjimêr 13:00 a Rûdaw TV de got ku “Dadgeh dixwaze rêçareyekê bo Herêma Kurdistanê bibîne, eger biryarê bide ku dirêjkirina temenê parlamentoya Kurdistanê neyasayî ye, çi aliyek dikare hilbijartinan li Herêma Kurdistanê birêve bibe, ji ber ku komîsyona hilbijartinê li Kurdistanê ne çalak e”, ji ber wê jî dixwaze komîsyona Iraqê beşdar be.  

Dr. Weidî Mizûrî herwiha da xuyakirin ku ev biryara Dadgeha Federal wateya dirêjkirin vê dosyeyê ye û “dixwaze bigihe vê baweriyê ku Komîsyona Iraqê dikare van hilbijartinan birêve bibe yan ne”.  Weidî Mizûrî got, dadgeh dixwaze riyekê bibîne û valahiya yasayî dernekeve û pirsgirêk mezin nebe, ji ber vê di civîna bê de dê gotûbêj di navbera Dadgeha Federal û Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê de bê kirin. 

Bi baweriya Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Iraqê dikare hilbijartinê birêve bibe ji ber ku ofîsên wan li Kurdistanê hene û dikarin sûdê ji karmendên komîsyona Herêma Kurdistanê werbigrin. 

Roja 9 cotmeha 2022 parlamentoya Kurdistanê bi dengê piranya Parlamenteran temenê xwe heta dawiya sala 2023an dirêj kir. Li ser wê yekê, hin aliyan li Dadgeha Federal li dijî wê pêngava Prlamentoyê doz vekirin, heta niha Dadgeha Federal çar caran li ser vê dosyeyê civiyane û heta niha biryar nedaye.