Ji bo dîtina 3 kesên di Çemê Munzurê de winda bûne ava bendavê tê valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ser bi Dêrsima Bakurê Kurdistanê ve, ji bo dîtina 3 kesên ku di 21ê Nîsanê de bi otomobîlê ketibûn Çemê Munzurê û winda bibûn ava Gola Bendavê ya Uzunçayirê tê valakirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê xebatên ji bo dîtina Baran Aslantaş (22), Azad Demiral (21) û Mehmet Can Demiral ê (22) gava ji Amedê diçûn Dêrsimê otomobîla wan kete Çemê Munzurê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin nêzîkî 1200 xebatkar li herêmê dixebitin û hat gotin: "Ji bo ku sûda wê bigîhêje xebatên lêgerîn û dîtina welatiyên me yên ku winda bûne, deriyên Gola Bendavê ya Uzunçayirê hatin vekirin û av jê tê valakirin. Ji ber vê, pir girîng e ku li gund û cihên nêzîkî gola bendavê divê ji devê avê dûr bisekinîn, ajelan neçerînin û cotkariyê nekin."

Çi bibû?

Sê ciwanên bi navê Azat Demiral ê 21 salî, Mehmet Can Demiral ê 22 salî û Baran Aslan Taş ê 22 salî di 21ê Nîsanê de bo geştê ji Amedê çûbûn Dêrsimê. Li ser rêya Pulur berî bigihîjin bajêr bi 40 kîlometreyan otomobîla wan ji rê derdikeve û dikeve çemê Munzurê.

Ji wê rojê ve xebatên lêgerîna li wan sê ciwanan di nav çemê Munzurê de berdewam in.

Roja Duşemê 1ê Gulanê di roja 11mîn de otomobîla wan ciwanan 250 metreyan li dûrî cihê bûyerê di binê avê de hatibû dîtin, lê ji ber di hindirê otomobîlê de kesek tinebûye xebatên lêgerîna li sê ciwanan berdewam dike.