Fermandarekî Heşda Şeibî: Êdî divê YBŞ ji PKKê bê rizgarkirin

04-05-2022
RÛDAW
Nîşan Şingal YBŞ Artêşa Iraqê Heşda Şeibî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Êzdî yê Heşda Şeibî, Xal Elî behsa alozî û şerên wê dawiyê yên li Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de dike û dibêje, ku divê YBŞ ji PKKê bê veqetandin.

Di 1 û 2ê Gulanê de li sînorê navçeya Şingalê di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de şer derket û di encamê de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê hatin kuştin.

Ji ber şer û pevçûnên navbera YBŞê û artêşa Iraqê, li herêmê alozî berdewam e û rewşa ewlehiyê ne cîgir e.

Fermandarê Fewca Laleş a Heşda Şeibî li Şingalê Xal Elî derbarê rewşa navçeyê û şerên wê dawiyê de ji Rûdawê re ragihand, ev alozî ji ber nakokiyên navbera artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li ser çawaniya bicihkirina xwe li navçeyê derketiye.

Xal Elî şeva Sêşembê 3ê Gulana 2022an di bernameya Rûdawî Emro ya Rûdaw TV de ku ji aliyê Nûner Fatîh ve tê pêşkêşkirin, derbarê aloziya li Şingalê de got, “Ya li Şingalê çê bû, ji hev tênegihîştinek bû di navbera Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de li ser hin xalên sade ku aliyek li cihekî bimîne yan jê derkeve. Ji ber wê di navbera wan de şer derket û berpirsên herdu aliyan berpirsyariya wê rewşê digrin stuyê xwe, çimkû nedibû bigihe wê astê.”

Xal Elî, şer û pevçûnên li Xanesor, Dugur û Sinûnê yên di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de weke şerê navbera artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi nav kir û got, “Li Xanesor, Sinûnê û Dugur li xalên kontrolê yên hevbeş di navbera Heşda Şeibî û artêşê de şer derket, mirov nizane helwesteke çawan hebe li bermaber wê tevgera navbera du hêzên serbazî li navçeyeke hesas a weke Şingalê. Her pirsgirêkek jî di navebra wan de hebe pêwîst e di rêya gotûbêj û civînê re çareser bikin.”

Wî Fermandarê Fewca Laleşê ya Heşda Şeibî herwiha got, “Dema 10 rojan e em hewl didin navbeynkariyê bikin, lê belê wiha dixuye ku berpirsên herdu aliyan bi diristî ferman nedigihîşt wan, lewra rewş gihîşt wê astê ku bi BKC û RPG şer bê kirin, di demekê de ku berpirsên herdu aliyan ligel hev di civînê de bûn.”

Xal Elî, YBŞê weke hêzeke fermî ya Iraqê bi nav dike û dibêje, “Me peywendî bi Fermandariya Operasyonên Neynewayê û serkirdatiya Heşdê kir û wan ji me got, YBŞ fewca 80 a Heşda Şeibî ye û ser bi Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî ya li Neynewayê ve ye û ew hêzeke fermî ne di nava Heşda Şeibî de.”

Fermandarê Fewca Laleş a Heşda Şeibî li Şingalê destnîşan kir, li gor rêkeftina ku ji bo vekişîna hêzan li Şingalê hatiye kirin, divê artêş jî vekişe û polîsê navxwe û asayişa niştimanî li nav bajêr bimînin, li nav navenda bajarê Şingalê ev rêkeftin hat cîbicîkirin, hemû hêz vekişiyan û tenê ofîsek maye ku ew jî Asayişa YBŞê ye ku hikûmetê jî razîbûna xwe li ser mana wê nîşan daye.

Derbarê helwesta xwe ya li ser şerê di navbera YBŞê û artêşa Iraqê de jî, Xal Elî ragihand, “Heşda Şeibî naxwaze di navbera herdu hêzên Iraqî de pirsgirêk û şer hebe, em şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê şaş dibînin û berpirsên herdu hêzan jî divê berpirsyariya vî şerê qebûl bikin, ji kuştina xelkê ve bigre heta revîna hemwelatiyan.”

Xal Elî diyar dike, hinek şaşiyên Fewca 80 a Heşda Şeibî ku heman YBŞ ye hene, ew xwedî hin ramanên siyasî ne ku yên sala 2014ê ne, dema ku PKK hat Şingalê û ew perwerde kirin û bîroke da wan.

Fermandarê Fewca Laleşê ya Heşda Şeibî dibêje, YBŞ siyaseteke şaş dimeşîne û divê êdî dest ji wê siyaseta xwe berdin û tekez dike, “Ew nikarin xwe ji vê fikrê rizgar bikin, ew her demekê siaysetekê dikin û heta niha jî li ser vê siyasetê ne. Ebdullah Ocalan di xema wan de nîne lê wêneyê wî bilind dikin, bi hezaran çekdarên PKKê hene û ji sala 1990an ve şer dike û di xema wan de nebûye, lê her xwepêşandanek li Şingalê tê kirin ew wêneyê Ocalan bilind dikin. Pêwîst e ew xwe ji vê fikrê rizgar bikin, ew xaleke nerînî ye û wehmek e li cem YBŞê çê bûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst