Li Îdirê lehî: Rêya Îdir-Qersê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qulpê ser bi parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke zêde lehî rabû.

Li Qulpê piştî barana zêde ya bênavber lehî rabû û ji herêmên bilind ax, kevir û zinar herikîn ser rêya Îdir-Qersê û çûn û hatin bo demekê rawestiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr bi makîneyan rê paqij kirin û çûn û hatinê careke din li ser rêya Îdir-Qersê destpê kir.