Asayîşa Kurdistanê: Pêşmerge 3 welatiyên biyanî ji destê PKKê rizgar kirin

04-05-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Hêzên Pêşmerge Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi vîdeoyekê ragihand ku Hêzên Pêşmerge sê kesên biyanî ji destê PKK rizgar kirine û radestî konsulxaneyên welatê wan yên li Herêma Kurdistanê kirine.

Li gorî vîdeoyeke ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê belav kiriye du kesên biyani yên ku ji destê PKKê hatine rizgarkirin ji Amerîkayê û yê din jî ji Brîtanyayê ye.

Her du kesên Amerîkayî Vinsent Mark û Jean DeVola û kesê Brîtanî Emer Edwards di vîdeoyeke ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê belav kiriye de diaxivin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê anî ziman, "Ew ji aliyê PKKê ve hatine xapandin ku li navçeya Şingalê peywendî bi refên YBŞê re bikin, lê mebesta şerkirina li dijî DAIŞê bûye."

Li gorî daxuyaniya Encûmena Asayîşê sê kesên biyanî diyar kirin ku wan ji bo şerê li dijî DAIŞê bi şervanên YBŞê re têkilî danîne ne bi PKK re û got, "Lê dema rewşê dibînin û piştrast dibin, ew kesê ku ew anîne herêmê bi temamî berovajî tiştên ku berê ji wan re gotiye tevgeriyaye û wan dîtiye ew şervanên PKKê ne û li dijî Hêzên Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Artêşa Tirkiyê ku hevpeymanên welatên wan in şer dikin."

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, “Dema ew bi rastiyan dihisin ku hatine xapandin rêya revê didine ber xwe lê têne desteserkirin û nikarin vegerin. Piştî demeke dirêj û hewldanan peywendî bi Hêzên Pêşmerge re datînin û paşê her sê kesên biyanî ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve tên rizgarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst