PAK û PSK: Divê dewlet ji ber komkujiya Dêrsimê lêborîna xwe bixwaze

04-05-2022
RÛDAW
Nîşan PAK PSK Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) her yekê cuda bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê peyamek belav kirin. PAK di peyama xwe de dibêje “Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e.” PSK jî dibêje: “Jenosîda Dersîmê derdewam e”

PAKê bi boneya 85emîn salvegera komkujiya Dêrsimê, ew komkujiya li hemberî kurdan bibîr anî û şermezar kir.

`Jeonsîda Dêrsimê xelekeke ji syaseta tinekirina gelê Kurd e`

Di daxuyaniya xwe de PAKê dibêje “Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê dest pê kir, di 1937-38an de bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatiye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.”

PAK dibêje: “Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê hatiye kirin, tişta ku dewlet bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastiyê bavêje ye. Dewlet dikare bi destnîşankirina cihên gorên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyid Riza û yên din dest pê bike.”

Peyama PAKê wiha ye:

“85 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina Ataturk û Fevzî Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937ê de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.

Di biryarê de ‘gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Ev operasyona civandinê wê bigre ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike’. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin’.

Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.

Dewleta Tirkiyê bi navê sitendina leşkeriyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberiya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkiliyên wan bi tevahî bên birîn û hevdun nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkiyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê têxin nava wan, gelê Dêrsimê qir kirin.

Serokê Asayîşa Meletiyê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku, jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn reviyabûn şikeftan bi jehra mişkan hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.

Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê dest pê kir di 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kiriye tiştê Dewleta Tirkîyeyê bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastiyê bavêje. Dewleta Tirkiyê dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Seyid Riza, Şêx Seîd û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 85emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên li hember gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.”

PSK: Terteleyê Dersîmê derdewam e

Herwiha PSKê jî bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê, ew komkujiya li hemberî kurdan bibîr anî û şermezar kir.

Daxuyaniya PSKê wiha ye:

“4ê Gulanê, roja destpêkirina Terteleyê (Jenosîd) Dersîmê ye, ku di sala 1937an da, ji aliyê dewleta Tirk û di bin bi rêvaberiya Mistefa Kemal de hatiye çêkirin û di sala 1938an da jî berdewam bû.

Terteleyê Dersîmê, yek ji komkujiyên dewleta Tirk e, ku ji bona Tirk û Mîslumanê Sunnî kirina pêkhateyên ne Tirk û ne Misilman, encam daye.

Terteleyê Dersîmê, cîbicîkirina Plana Îslahata Şarq e, ku dewleta Tirk ji bona çareser kirina pirsa kurd bi rişeyî û bi rêka tundutijiyê amade kiriye.

Tertele îro, di warê ziman, çand û oliyê da bi şîveyê asimilasyonê berdewam e.

Em di salvegara 85an a Terteleyê da carekî dinê dewleta Tirk mehkum û protesto dikin.

Divê dewlet li tawanên xwe yên mirovî, ku li Dersîm û ciyên dinê encam daye, mikur bê û daxwaza lêborînê ji Dersîmiyan bike,

Hikumeta divê dev jê siyaseta asîmîlasyonê berde, ciyê gora Seyîd Riza û qurbanên dinê yên Terteleyê eşkere bike,

Divê carenusa keçên Dersîmî, ku paş Terteleye wekî xenîmet bo efserên Tirk hatine pêşkeş kirinê, eşkere bibe,

Navên çiya, dest û zozan û gundan, ku hatine guhartin, divê vegerin navên berê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst