Di ser Komkujiya Dêrsimê re 85 sal derbas bûn

04-05-2022
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Dêrsimê Kurd Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyê hatibû standin 85 sal derbas bûn.

Dewleta Tirkiyê berî 85 salan li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan danî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi pêşengiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribûn.

Di 4ê Gulana 1937an de, Civata Wezîran a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî civiya û biryara operasyona artêşê li Dêrsimê derxist ku wek yekemîn belgeya fermî ya derbarê Komkujiya Dêrsimê de tê naskirin.

Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê wek roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.

Li gor zanyariyên nefermî yên derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de, di navbera 13 hezar heta 40 hezar Kurd de li Dêrsimê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û bi hezaran kes jî bi zorê hatin koçberkirin û ji cih û warên xwe hatin dûrxistin û sirgunkirin. Herwiha bi sedan zarokên sêwî û yên ji malbatên wan hatin cudakirin li bajarên Tirkiyê bo malbatên Tirk hatin belavkirin û li beşên nevxweyî hatin mezinkirin.

Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî di 15ê Mijdara 1937an de ji aliyê Tirkiyê ve li Xarpêtê hatin darvekirin û cihê gora wan heta îro jî nehatiye eşkerekirin.

Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye, lê ew komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin û karê yasayî yê pêwîst jê re nehatiye kirin.

Dêrsimî heta îro jî daxwazê ji dewleta Tirkiyê dikin ku arşîvên li ser Komkujiya Dêrsimê vekin û herwiha kesûkarên qurbaniyan jî qerebû bikin. Lê heta niha ne ti kesek hatiye qerebûkirin û ne jî tê zanîn ka gora Seyîd Riza li kuderê ye.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her sal 4ê Gulanê Komkujiya Dêrsimê bi çalakiyên cuda tê bibîranîn.

Rûdawê derbarê Komkujiya Dêrsimê de sala 2021an belgefîlem amade û belav kir.

Belgefîlma "Domane 38" (Zarokên Şahidên sala 38) ku ji aliyê rojnamevan û nûçegihanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu ve di nava 6 mehan de hatiye kişandin, yek ji belgefîlmên Rûdaw TV ye ku ronahiyê dide dîrokê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst