Li Gundê Bafelûnê Çekdaran mala Kurdekî Êzidî kirine mizgeft

04-05-2021
HUSÊN OMAR
Kurdên Êzidî li gundê Bafelûnê yê Efrînê nemane
Kurdên Êzidî li gundê Bafelûnê yê Efrînê nemane
Nîşan Efrîn Gundê Bafelûn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Bafelûnê yê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku şêniyên wê Kurdên Êzidî bûn bi temamî vala bûye, çekdaran 25.000 darzeytûn, 5000 mêweyên tirî, 20 traktor, 5 otomobîl û guvaştekeke zeytûnan talan kirine, 150 malbatên ereb di nav malên gundiyan de û 50 malbat di kampekê de hatine niştecîkirin.

Li goristana gundê Bafelûnê yê Kurdên Êzidî li herêma Efrînê gelek gorên wê li ser destê çekdarên el Cebhe el Şamiye hatine têkdan. Kesûkarên miriyan bi dilşewatî navê miriyên xwe libîr tînin. Ji ber ku Êzidî ne, gorên wan li ser destê çekdarên radîkal hatine têkdan.

Gundê Bafelûnê, ser bi nahiyeya Şera ku nişteciyên wî xwerû Kurdên Êzidî bûn, roja 4ê Adara 2018an ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hat dagirkirin. Asewarên êrîşa çekdaran bi piştevaniya artêşa Tirkiyê li nav gund diyar in. Herî kêm 4 mal hatibûn wêrankirin, tevahiya tiştên di nav malan de hatibûn talankirin.

Gund Bafelûnê ji 80 malî pêk dihat û bi temamî Kurdên Êzidî bûn.

Berî dagirkirinê 60 mal tê de bûn, hejmara nişteciyan bêhtirî 250 kesî bû, tevahiya wan bi darê zorê hatin koçberkirin.

13 malbatên gund li bajarê Efrînê û gundê Qitmê mane, çekdar rê nadin wan vegerin gundê xwe.

Çekdarên el-Cebhe el-Şamiye gund kontrol dikin û tevahiya mal û milkên gundiyan talan kirine.

Çekdaran 25.000 darzeytûn, 5000 mêweyên tirî, 20 traktor, 5 otomobîl û guvaştekeke zeytûnan talan kirine. 150 malbatên Ereb di nav malên gundiyan de û 50 malbat di kampekê de hatine niştecîkirin.

4000 darên daristanî li derdora gund hatine hilkirin û şewitandin.

Çekdaran maleke desteserkirî ya Kurdekî Êzidî kirine mizgeft.

Zeyneb Cimo, çalakvaneke ji gundê Bafelûnê ye. Ew binpêkirinên ku li dijî xelkê herêma Efrînê tên kirin belge dike.

Çalakvan Zeyneb Cimo ji Rûdawê re wiha behsa rewşa gundê xwe kir: “Gundê Bafelûnê gundeke sade Êzidî bûn. Îsmistên dewleta Tirk, li bar çavên NATOyê Gundê Bafelûn dagir kirin. Xelkê gund hemû reviyan û çekdaran hemû tişt talan kirin. Rê nedan û heta îro jî rê nadin kesek vegere.”

Ev dîmenên nav gundê Bafelûnê berî êrîşa Tirkiyê ne. Berî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona sûriyê ve, Kurdên Êzidî di vî gundî û hemû herêmê de, bi serbestî jiyana xwe û dab û nerîtên xwe yên olî pêk dianîn. Hejmara wan li herêma Efrînê nêzî 30 hezar kes bûye. Lê niha tenê kêmtirî 4000 Kurdên Êzidî li herêmê mane. Ew jî li jêr gefa nemanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst