Li Çewligê çawişê pispor hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşa Çewligê ya Bakurê Kurdistanê çawîşê pispor yê bi tometa ku li jinekî xistibû hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya qeymeqamiya Kanîreşê ji ber ku li ser hinek malperên medya civakî parvekirin û nûçeyên mîna “Li Kanîreşê terora çawîşê pispor” derketine pewîstiya daxuyaniyê dîtiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin “Li ser bûyera navborî qeymeqamiya me lêkolîneke bilez kir û piştre di derbarê bûyerê de pêvajoya lêpirsîna dadwerî û îdarî hate destpê kirin.”

Serdozgeriya Komarî ya Kanîreşê di çarçoveya lêpirsînê de ji ber ku çawîşê pispor F.K. li jinekî xistiye, di derbarê wî de biryara destserkirinê hatiye derxistin.

F.K ji aliyê polîsan ve li adresa xwe hate desteserkirin û lêpirsîna wî li qereqola polîsan berdewam e.