Îro salvegera Komkujiya Dêrsimê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 84 sal di ser Komkujiya Dêrsimê re derbas dibin ku hikûmeta wê demê ya Tirkiyê piştî serhildana Dêrsimê li dijî serhildêran û kurdan pêk anî.

84 sal berî niha dewleta Tirkiyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan danî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi Rêberiya Seyîd Riza dest bi sores û serhildanê kiribûn.

Di 4ê Gulana sala 1937an de, Civata Wezîran a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî civiya û biryara operasyona artêşê li Dêrsimê derxist ku weke yekemîn belgeya fermî ya derbarê komkujiya Dêrsimê de tê naskirin.

Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê weke roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.

Li gor zanyariyên nefermî yên derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de, di navbera 13,000 heta 40,000 Kurd li Dêrsimê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin, û bi hezar kes jî bi zorê hatin koçberkirin û ji warê xwe hatin dûrxistin.

Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî di sala 1938an de ji aliyê Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Tevî ku 84 sal di ser re derbas bûye, lê ew komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin û karê yasayî yê pêwîst jê re nehatiye kirin.

Xelkê Dêrsimê daxwaz ji dewleta Tirkiyê dikin ku arşîvên li ser komkujiya Dêrsimê vekin û herwiha kesûkarên qurbaniyan jî qerebû bikin. Lê heya niha ne ti kesek hatiye qerebûkirin û ne jî tê zanîn ka gora Seyîd Riza li kuderê ye.

Beriya çend salan hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya siyaseta xwe ya vebûna li hember Pirsgirêka Kurd de, hin amajeyên erênî derbarê naskirina wê komkujiyê de dabûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Mijdara 2011ê ku wê demê serokwezîr bû, çend belgeyên dîrokî derbarê komkujiya Dêrsimê de pêşan dan û siyaseta wê demê ya dewleta Tirkiyê rexne kir.

Herwiha derbarê komkujiya Dêrsimê de got: "Eger pêwîst bike bi navê dewletê daxwaza lêborînê bê kirin û nerîteke wiha hebe, min daxwaza lêborînê kir û daxwaza lêborînê dikim. Ev bûyer di demekê de ye ku CHP take partiya desthilat bû. Lewra yê ku pêwîst e daxwaza lêborînê bike, Kemal Kiliçdaroglu ye."

Salane di 4ê Gulanê de komkujiya Dêrsimê tê bibîranîn û gelek caran ev bîranîn di warê siyasî de nîqaşên cuda ligel xwe tîne.

Dêrsim bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û niha hejmara akinciyên wê derdora 86 hezar kesî ye. Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê, 8 bajarok, 2 belde û 342 gund li sînorê parêzgeha Dêrsimê hene.