KCD: Heta yekîtî pêk neyê Kurd ji komkujiyan rizgar nabin

Hewlêr (Rûdaw) - KCD avakirina yekîtiya netewî weke erka herî bi lez pênase dike û tekez dike ku rizgariya gelê Kurd ji kokujiyan girêdayî pêkanîna yekîtiya netewî ye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya salvegera komkujiya Dersimê daxuyaniyek belav kir.

KCD komkujiya Dêrsimê weke “pêngava herî bi xwîn ya avakirina netew dewletê” bi nav dike û diyar dike ku di raportên hatine bidestxistin de amaje bi Kurdewariya Dêrsimê hatiye kirin û di çarçova plansaziyekê di salên 1937-1938an de komkujiyê bi komelkujî û koçberkirinê dest pê kiriye.

KCD qurbaniyên komkujiya Dêrsimê bi rêzdarî bibîr tîne û wê kokujiyê şermezar dike û hatiye gotin, “Girantirîn êş jinan jiyane . Ji ber vê yekî herî zêde divê jin hesab bipirsin. Tu qetlîam nekarin li pêşiya hêza azadî û berxwedana gel raweste. Ligel ku di qetlîam bi taybetî ji bo civaka Elewiyan trajediyek mezin be jî Dersim her daîm bû rûmeta gelê Kurd e.”

KCD di wê daxuyaniyê de bang li dewletê dike ku bi komkujiya Dêrsimê re hev rû bibe û dibêje, “Beriya her tiştî divê arşîvên Dersimê bên vekirin, cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî di nav de divê cihê hemû goran bê aşkere kirin. Divê navê Dersimê lê bê vegerandin, ne li ser navê şexs û partiyan divê li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin. Her wiha divê navê kesên qetlîam pêk anîn bên aşkerekirin û di wijdana civakê de bên darizandin. Bi boneya vê rojê divê hemû projeyên ku xwezaya Dersimê tê talankirin bên betalkirin. Divê derbarê kesên li çiyayên Dersimê gotinên nîjadperest û nefretê dixe navbera gelan dinivsînin lêpirsîn bê destpêkirin.

Herwiha KCD bang li raya giştî jî dike, “Ev qetlîama ku li hemberî civaka Elewiyên Kurd pêk hat li hemberî hemû mirovahiyê pêk hat. Ji bo kiryarên vê qetlîamê aşkere bibin werin em arşîvên vê qetlîamê vekin û bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li Dersimê sûcê mirovahiyê pêk hat. Ne tenê roja qetlîamê heta arşiv bên vekirin û cihên goristanan bên diyar kirin em bêdeng neminin.”

KCD di banga xwe ya bo gel de jî amaje bi yekrêziya Kurdan dike û dibêje, “Qetlîama ku li hemberî civaka Elewî pêk hatibe li dijî tevahî Kurdan pêk hatiye. Heta ku Kurd wekî Elewî, Sunî û Êzidiyan hevkariyê pêk neyne û Yekîtiya xwe ya Netewî ava neke dê ji qetlîamên bi vî rengî rizgar nebe. Ji ber wê yekî li hemberî polîtîkayên qetlîamker, koçberî, xizanî û bişaftinê peyvira me ya esasî û lezgîn avakirina Yekîtiya Netewî ye.”