Deşta Mûşê bi gul û gulnixwînan xemilî

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê deşta Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi gul û gulnixwînan xemilî. Li deştê gulên sor û li deverên bilind û çiyayî jî gulnixwîn vebûne û dîmenekî xweşik û rengîn derketiye holê.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ligel germbûna hewayê û hatina biharê, xwezayê jî rengê xwe guhertiye û gul, gulnixwîn û kulîlkên rengîn xemiliye.

Li deştê gul û kulîlkên Nîsanê û li deverên bilind jî gulnixwînan reng dane xwezayê û dîmenên xweşik û rengîn derketine holê.

Li parêzgeha Mûşê û gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê dema berf dihele, gulnixwîn derdikevin û wek mizgîniya biharê tên binavkirin.

Li ser çiyayên bilind jî hêj berf heye û kupîtka çiyayan bi rengê spî xemla xwe nîşan dide.