Bi ala Kurdistanê qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê bibîr anîn

04-05-2020
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Ala Kurdistanê Dêrsim Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hemwelatiyekê bi vekirina ala Kurdistanê Komkujiya Dêrsimê bibîr anî û got, “Komkujiya li Dersimê çi be komkujiya Helebçe, Xerzan, Başûr û Agirî jî ew e.”

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hemwelatiyekê bi boneya bibîranîna salvegera Komkujiya Dêrsimê li ber peykerê Seyîd Riza Ala Kurdistanê vekir û bi tenê xwe çalakiyek encam da.

Hemwelatiyê bi navê Cem Vazo bi boneya 83mîn salvegera Kokujiya Dêrsimê ku di encamê de bi deh hezaran Kurd hatibûn komelkujkirin û koçberkirin, çalakiyek encam da.

Cem Vazo li ber Peykerê Seyîd Riza li navenda Dêrsimê, bi vekirina ala Kurdistanê qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn û diyar kirk u êşên wê komkujiya qirkirinê nû ne û berdewam in.

Wî hemwelatiyê ku bi tenê çalakiya bibîranînê encam da got, “Komkujiya li Dersimê çi be komkujiya Helebçe, Xerzan, Başûr û Agirî jî ew e. Heftiyek berê ji ber ku zarokek kurd bû hat kuştin.”

Herwiha Cem Vazo got, “Em vê roja reş lanet dikin” û diyar kir, “Ez ala Kurdistanê li ser navê kurdên li Kurdistanê û hemû dinyayê bi peykerê pîrê xwe Seyîd Riza ve datînim.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst