Li Dêrelûkê ji ber baranê 50 wesayît asê mane

Duhok (Rûdaw) – Ji ber baranê û têkçûna rêyan, ji şevê din ve nêzîkî 50 wesayîtên welatiyan li gundê Reşava li nêzîkî bajarokê Dêrelûk ê ser bi navçeya Amêdî asê mane û tîmên şarevanî bi vekirina rêyê ve mijûl in.

 

Mixtarê gundê Reşava, Tahir Reşavayî ji Rûdawê re ragihand: “Duh nêzîkî 300 wesayît ji bo seyranê hatin sînorê me û çûn gundê Goherzê, êvarê baran dest pê kir, ji ber ku rê hemû xwelî ye, gelek zû têk çû û tenê wesayîtên ku debil bûn  karîn derkevin û yên din li wir man.”

 

Tahir Reşavayî diyar kir ku weke xelk kes li wê derê nemaye, ji ber ku cadeya sereke nêzîk bû karîne bi lingan biçin û ji wir derkevin, lê herî kêm 50 otomobîl li wir mane û niha tîmên şarevaniyê bi vekirina rêyê ve mijûl in.

 

Mixtarê gundê Reşava herwiha eşkere kir ku ji şevê din ve du wesayîtên kar bi vekirina rêyê ve mijûl in, lê ji ber berdewamkirina baranê, hêj nekarîne rêya wesayîtan vekin.