650 çadir bi ser awareyên kampa Serdeştê de hatin dabeşkirin

04-05-2019
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Beşek ji awareyan ji kêmbûna çadirên dabeşkirî gilî û gazinan dikin
Beşek ji awareyan ji kêmbûna çadirên dabeşkirî gilî û gazinan dikin
Nîşan Kampa Serdeştê Kurdên Êzidî Çadir
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 650 çadir bi ser awareyên kampa Serdeştê de dabeş kirin, ku çadir tenê ji wan kesan re hatin dayîn ku çadirên wan qetiyane.

 

Rêveberê Kampa Serdeştê Elî Şebo ji Rûdawê re diyar kir ku biryar bû aware vegerin deverên xwe lê venegeriyan, ji ber vê yekê 650 çadir bi ser 2 hezar û 300 malbatan de hatine belavkirin.

 

Piraniya çadirên li kampa Serdeştê têk çûne û beşek ji awareyan ji kêmbûna çadirên dabeşkirî gilî û gazinan dikin.

 

Welatiyê bi navê Hadî Qûlû diyar kir ku ew dixwazin çadir  ji hemû awareyan re werin dayîn.

 

2 hezar û 360 malbatên aware li kampa Serdeştê dijîn û hejmareke mezin ji wan malbatan çadir wernegirtine.

 

Serhan Eto yek ji wan awareyan e ku çadir wernegirtine û dibêje ku hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî bila zanibin bi bermîleke gaz û bi çadirekê pirsgirêka gel çareser nabe. Eto dibêje: “Karê Êzidiyan ew e ku eger karibin çareseriyek ji bo me Êzidiyan bibînin û me ji van çadiran derxin, gundê me paqij bikin ji mayinan û DAIŞê ji me dûr bixin û dijminek li herêmê nehêlin.”

 

Piraniya malbatên li kampa Serdeştê xelkê nahiya Gir Uzêr, komelgeha Sîba Şêx Xidir û komelgeha Gir Zerêk in ku ji ber tinebûna ewlehiyê li deverên wan û hebûna mayinan di nav malên wan de ew venagerin cih û warê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst