Çekdarên DAIŞê ji Meryem Begê heta Xurmatû belav bûne

04-05-2018
RÛDAW
"Bi roj hêzên Iraqê li wir serdest in û bi şev jî dibe cihê DAIŞê"
"Bi roj hêzên Iraqê li wir serdest in û bi şev jî dibe cihê DAIŞê"
Nîşan DAIŞ Heşda Şeibî Kerkûk Xurmatû Çalakî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li deştahiyên başûr û rojavayê Kerkûkê ku berî niha Pêşmerge ew der diparast, çekdarên DAIŞê dest bi liv û tevrgerê kirine. Liv û tevgera wan çekdaran bûye sedema wê yekê ku hêzên Iraqê ji wan deveran paşvekişin, ku hêzên Iraqê piştî 16ê Cotmehê li wan deveran bi cih bûbûn.

 

Çekdarên DAIŞê herî zêde li gundên Kakeyiyan ên li sînorê Daqûq li Heftexar, Elî Serayî û Zenqer têne dîtin. Her roj li ser liv û tevgera DAIŞê zanyariyên bi hûrgilî digihîjin hêzên Pêşmerge, ew ne di wê baweriyê de ne ku hêzên Iraqê bikarin wan deveran biparêzin.

 

Efserê li fermandeya Kerkûkê ya hêzên Pêşmerge Mihemed Mela Cîhad ji Rûdawê re ragihand: “Ji Meryem Begê heta digihîje Daqûq û Heftexar, bi roj hêzên Iraqê li wir serdest in û bi şev jî dibe cihê DAIŞê, ev jî li ser wan deveran metirsiyekê çêdike û dibe ku ji bo hilbijartinan jî bibe pirsgirêk û xelk bi awayekî pêwîst neçin ser sindoqan.”

 

Xelkê Kerkûkê ji metirsiyên DAIŞê yên li ser bajarê wan fêm kirine, lê wisa bawer nakin ku çalakiyên çekdarî karibe li wan deveran rêgirî li proseya hilbijartinên Parlementoya Iraqê bikin.

 

Welatiyekî bi navê Rencber Umer dibêje: “Bi şevan li van deveran ti desthilatek tine ye, dibe ku bikarin li li wan deveran û li Tikrît û Enbar karekî wisa bikin, lê li Kerkûkê nikarin proseya hilbijartinan bidin sekinandin.”

 

Artêşa Iraqê li başûr û rojavayê Kerkûkê vekişiyaye, li şûna wan hêzên Heşda Şeibî hatine bicihkirin. Rêveberî û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wisa nafikirin ku Heşda Şeibî bikare wan deveran biparêze.

 

Serokê Lijneya Ewlehiyê yê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ragihand: “Gelek hêz hene, lê mixabin kêmtecrube ne. Şerê DAIŞê şerekî giran e û taktîk pêwîst e, niha DAIŞ nikare gefên zêdetir bike, ji ber ku şiyana wê ji vêya zêdetir nîne.”

 

Li gor zanyariyên ku di medyaya civakî de belav bûne, di nav 6 mehên derbasbûyî de DAIŞê 11 çalakiyên çekdarî li sînorê Kerkûkê encam dan, ku 3 ji wan, êrişên xwekujî bûn û zirarên giyanî dan hêzên Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst