Leşkerên Tirkiyeyê zarokek yê Rojava kuşt

 

Efrîn (Rûdaw) – Zarokek li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

Zarokek 14 salî ku xelkê Efrînê ye dema dixwest ji bajarê Dirbêsiyê bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe ji bo xwe bigihîne bajarê Efrînê, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve rastî guleyan hat û jiyana xwe ji dest da.

 

Bekir Seîd Umer, ku xelkê gundê Meydana yê Navçeya Bilbilê yê Efrînê ye, li goristana Qurbaiyên Çemê Îce li Amûdê hat veşartin.

 

Herwiha welatiyekî din yê Efrînê dema hewl dida ji Efrînê bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bibe, ew jî ji aliyê leşkeran ve hat girtin û rastî eşkenceyê hat.

 

Ji ber nebûna rê di navbera Efrînê û Cizîrê de, ku DAIŞ di navbera bajarên kurdan de heye, xelk neçar dibe bi qaçaxî ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bibe û ji wir jî bi qaçaxî derbasî Cizîrê bibe.