Di navbera Qamişlo û Hesekê de 8 xalên kontrolê hene

04-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw)- Hêzên asayişa ku ser bi PYDê ve tê naskirin, seytere û xalên xwe yên kontrolê li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de zêde dikin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hêzên asayişê niha xaleke din a kontrolê li nêzîk avahiya zanîngeha Maamûn a taybet li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê danîne. Ev seytereya nû nêzîkî 10 km dûrî xala kontrolê ya hêzên rejîma Sûriyê ye.

Bi vê yekê hejmara seytereyên asayişê ku di navbera Qamişlo û Hesekê de hatine danîn bûne 4 seytere. Her sê seytereyên din ên asayişê yek li çerxerêya navdewletî, yek li gundê Til Mensûr û ya din li kargeha çêkirina qermîdan e.

Herwiha hêzên rejîmê jî 4 seytereyên wan li ser heman rêyê hene ku ew jî 2 li navçeya Terteb, yek li Dewara Zorê û ya din jî li pêşiya bajarê Hesekê ye.

Rêwiyên ku di her heşt seytereyan re derbas bibin, divê nasnameya xwe bidin hêzên li wir amade ne û gelek caran lêkolîn ligel wan tê kirin.

Berî destpêkirina şoreşa Sûriyê, otombîlên ku ji Qamişlo diçûn Hesekê bi 45 deqeyan digihiştin, lê ji ber hejmara zêde ya xalên kontrolê, niha nêzîkî 3 saetan ji rêwiyan re divê heta ku ji Qamişlo bigihin Hesekê.

Hesekê û Qamişlo her du jî di bin kontrola hêzên rejîmê de ne, lê li taxên Kurdan li her du bajarên hêzên YPGê û asayişê yên girêdayî PYDê hene û li taxên Suryanan jî hêzên suyranî yên taybet hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst