Birayê Serdeşt Osman: Divê dosyeya kuştina Serdeşt dîsa bê vekirin

04-05-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Di bîranîna sêyemîn salvegera “revandin û kuştina” rojnamevanê kurd Serdeş Osman hat xwestin ku dosyeya kuştina wî ji nû ve bê vekirin.

Birayê Serdeş Osman, Beşda Osman di daxuyaniyekê de ku ji aliyê saziya bi navê Zar ku ji bo parastina azadiyan kar dike, daxwaz kir ku dosyeya kuştina Serdeşt ji nû ve bê vekirin û ji aliyê lêjneyek bêalî ve bûyera kuştina wî bê lêkolînkirin û encama wê radestî dadgehê bê kirin.

Beşdar wiha got: “Birayê min terorîst nebû. Ji ber ku di lêkolînê de wek terorîst hatiye nasîn. Em daxwaziyên xwe yên sê salan beriya niha dîsa dubare dikin û daxwaza vekirina dosyeya Serdeşt û dîtin û darizandina kujerên wî dikin.”

Xwendekarê kurd Serdeşt Osman ku karê rojnamevaniyê jî dikir, roja 4ê Gulana 2010 saet 08:30, li ber fakulteya Wêjneya Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hat revandin û piştî du rojan termê wî bi awayekî destgirêdayî li bajarê Mûsilê hat dîtin.

Di bûyera kuştina Serdeş Osman de kesek hatiye girtin. Destpêkê kesê tohmetbar li xwe mukir hatibû ku wî Serdeşt kuştiye lê demekî beriya niha di dadgehê de gotibû tu elaqeya wî bi kuştina Serdeşt ve nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst