Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parêzgehên Meletî, Semsûr, Xarpêt, Dêrsîm, Çewlig, Sêrt, Şirnex, Bêdlîs, Êlih û Amedê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja înê 4ê Nîsanê ragihand, li gelek bajaran îro û sibe barana gur û berf dibare û hişyarî da welatiyan.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, roja înê demjimêrên şevê li parêzgehên Meletî, Semsûr, Xarpêt, Dêrsîm û derdora Çewligê barana gur dibare û li herêmên bilind û çiyayî jî berf dibare.
Her wiha roja şemiyê demjimêrên sibehê li parêzgehên Sêrt, Şirnex û derdorên Bêdlîsê baraneke gur dibare û li bakurê rojhilatê Amedê û bakurê Êlihê jî baraneke gur dibare.
Li aliyê din ji welatiyan hat xwestin ku dijî îtîmala lehî, bahoz, birûsk û zîpikê û li herêmên bilind jî ji bo qeşayê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse