YSKyê li ser Abdullah Zeydan biryar dabû: Sedem îro tê eşkerekirin

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan DEM Partî Wan YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Bilind a Hilbijartinan dê îro sedema biryara xwe ya dayîna mazbataya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji bo Abdullah Zeydan binivîse.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Serokê YSKyê Ahmet Yener, li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê de anî ziman ku ew dê îro sedema biryara ku duh dane, binivîsin.

Çi bûbû

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an wekî serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da bû mazbataya şaredarîbûnê bide namzedê AK Partiyê ku di rêza duyem de ye.

Lê îtiraza DEM Partiyê ya dijî vê biryarê duh ji aliyê YSKyê ve hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku mabatayê bidin Zeydan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst