Li Mûş û Bedlîsê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Wan Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemû cure çalakî, meş, civîn û xwepêşandan li bajarê Mûşê 3 rojan û li Bedlîsê jî 15 rojan hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda, bi berdewamî çalakî û xwepêşandan tên qedexekirin.

Parêzgariya Mûşê ragihand ku "operasyonên leşkerî" yên artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê li navxwe û derveyî sînor berdewam dikin.

Parêzgariya Mûşê diyar kir ku di vê çarçoveyê de hemû çalakiyên wekî meş, xwepêşandan û civînên çapemeniyê 3 rojan qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlehiya giştî, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li ber tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, nehiştina planên rêxistinên terorê” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, ji 4ê Nîsanê 2024an demjimêr 00:01ê heta 6ê Nîsanê demjimêr 23:59an, hemû çalakiyên wekî meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, vedana çadir û standan, daleqandina posteran, belavkirina belavokan, konferans û grevên birçîbûnê qedexe ne.

Parêzgariya Mûşê herwiha da zanîn ku biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku bi destûra parêzgar û qeymeqam bên kirin.

Li Bedlîsê 15 roj qedexe

Li aliyê din, Parêzgariya Bedlîsê jî ragihand, ji bilî çalakî, bername û bîranînên fermî, hemû civînên vekirî û meşên xwepêşandanê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyê, vekirina standan, merasîmên bîranîn, konser û şahî 15 rojan qedexe ne.

Li wî bajarê Bakurê Kurdistanê 3yê Nîsana 2024an demjimêr ji 00:01ê heta 17ê Nîsana 2024an demjimêr 23:59an qedexe dê berdewam bike.

Herwiha li Wan û Şirnexê jî lidarxistina çalakiyan heta maweyê 15 rojan hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst