Li Stenbolê di xwepêşandanan de 132 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di xwepêşandanên ji bo bajarê Wanê de 132 kes hatin desteserkirin.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û hewl hat dayîn ku mazbatayê bidin namzedê AK Partiyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê û seranserê Bakurê Kurdistanê çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Li Stenbolê jî ji bilî xwepêşandanan, gelek rêxistinên hiqûqê li dijî nedayîna mazbataya namzedê serketî yê DEM Partiyê yê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li ber Dadgeha Çaglanayê çalakiyek li dar xist.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di dema çalakiya parêzeran de 14 parêzer hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Stenbolê, tevî ku Serdozgeriyê destûra daxuyaniya çapemeniyê nedaye jî endamên rêxistinên hiqûqê xwest bi zorê bikevin avahiya Dadgeha Cagyalanê.

Parêzgariya Stenbolê herwiha da zanîn ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultanbeyliyê jî “çalakiyeke bêdstûr” hat lidarxistin.

Di wê çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn û 26 kes jî hatin desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku li Esenyurtê 87 û li Sancaktepeyê jî 5 kesên beşdarî xwepêşandanan bûne hatine desteserkirin.