Ebdullah Hacî Mehmûd: Kek Heme bi RPGyê li mala min da

04-04-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Ebdullah Hacî Mehmûd Mihemed Hacî Mehmûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê berê yê Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) ragihand ku serokê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd bi RPGyê êrişî mala wî kiriye û kurê wî birîndar e.

Cîgirê berê yê Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Ebdullah Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand:

“Piştî ku nakokiyên di nav partiyê de kûr bûn û biryara lidarxistina kongreya awarte hat dayîn, min biryara beşdariyê da lê ji min hat xwestin ku neçim.

Min jî daxwaz qebûl kir û wan kongreya xwe li dar xist lê wan tiştên nebûyî li dijî me derxistin, em her bêdeng man.”

Cîgirê berê yê Serokê PSDKyê Ebdullah Hacî Mehmûd herwiha da zanîn:

“Îro hêzên asayîşê gazî min kir û got ku karê wan nemaye û dikarin bikevin mala xwe ya li nêzîkî Gulaxaneyê.

Min çend kes şandin ku malê ji bo cejnê amade bikin lê êrişî wan hat kirin û Kek Heme bi xwe RPG li mala min xist.”

Ebdullah Hacî Mehmûd ku êdî ne di nav PSDKyê de ye, wekî berpirsê sereke yê pirsgirêkan Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Ferhad Tofîq nîşan da û got:

“Ez dê giliyê wî bikim, ew sedema kuştina wî ciwanî ye.”

Berdevkê PSDKyê Ferhad Tofîq ji Rûdawê re ragihand, saet 20:00an hêzeke Ebdullah Hacî Mehmûd çû mala ku pirsgirêka milkdariyê li ser hebû ku hêzên asayîşê jî li wir nebûn û wan gotibû ku heta pirsgirêk çareser nebe divê kes neçe wir.

Ferhad Tofîq got, “Hêzên Ebdullah Hacî Mehmûd ji nişka ve êriş kir û wan jî bersiv daye ku di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû û Pêşmergeyek jî birîndar e.”

Ebdullah Hacî Mehmûd jî li ser mijarê da zanîn:

“200 Pêşmergeyan mala min dorpêç kir, avêtin ser mala me û berpirsê kuştina wî ciwanî ne.

Herwiha hêzên asayîşê jî xemsarî kirine, min berê gilî kir û rêyên yasayî dabûn ber xwe lê wan ez bernedam.”

Ebdullah Hacî Mehmûd li ser tenduristiya kurê xwe jî got, “Parçeyek li serê kurê min ketiye û ez nizanim rewşa wî çawa ye.”

Cîgirê berê yê PSDKyê herwiha ragihand, ji ber ku Mihemed Hacî Mehmûd careke din êrişî me kiriye, wî doz vekiriye û got:

“Ez bangî serokwezîr û cîgirê wî dikim ku ew hêza li wir nemîne.”

"Ev bû dilsoziya wî?"

Mihemed Hacî Mehmûd birayê mezin ê Ebdullah Hacî Mehmûd e û berî vî şerî serok û cîgirê serokê PSDKyê bûn.

Ebdullah Hacî Mehmûd herwiha got:

“Ew ji min pir mezintir e, ez rê nadim xwe ku biçim ser mala wî lê çi mafê wî heye ku were ser mala min.

40 sal in ez xizmeta vê partiyê dikim, ev bû dilsoziya wî? Ez wekî kes û partî jê veqetiyam, nizanim çi ji min dixwaze.

Ez amade me ku biçim dadgehê û bi zindî di televizyonê de biaxivim.

Tiştekî Kek Heme (Mihemed Hacî Mehmûd) li cem min nemaye, ne pere, ne ax û ne av lê ez teslîm nabim, rûmeta mêraniyê heye. Çi dike bila bike.”

Bi gotina Ebdullah Hacî Mehmûd, hêzên asayîşê piştî 50 deqîqeyan a şer û pevçûnan gihîştin wir û got:

“Ez qet ji Gulaxaneyê dernakevim, ew (Kek Heme) li Qedaferiyê ji dayik bû lê ez li Gulaxaneyê, çima ew naçe?

Ez li nav gund bûm, tenê ji bo ku alozî dernekevin, ez çûm cihekî ku kîlometreyekê dûrî navenda gund e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst