Li Erdexanê dê hilbijartin werin dubarekirin

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê li ser nerazîbûna AK Partiyê hilbijartin hatin betalkirin.

Li parêzgeha Erdexanê ku berbijêrê CHPyê serokatiya şaredariyê bi dest xistibû, nerazîbûna berbijêrê AK Partiyê Yunus Baydar hat qebûlkirin.

Li gorî biryara Lijneya Hilbijartinan a Bajêr hilbijartin dê 2yê Hezîranê careke din werin kirin.

Li navenda Erdexanê li gorî encamên nefermî berbijêrê CHPyê ku niha Serokê Şaredariyê ye Faruk Demir  5 hezar û 49 dengan û berbijêrê AK Partiyê Yunus Baydar jî 4 hezar û 875 deng bi dest xistine ku ferqa dengan tenê 174 e.

Berbijêrê AK Partiyê Yunus Baydar bi hinceta ku di hilbijartinan de gendelî hatiye kirin îtiraz kir.

Li ser nerazîbûna Baydar biryar hat dayîn ku hilbijartin 2yê Hezîrana 2024an werin dubarekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst