Li Agiriyê pevçûn: 2 kuştî

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Pevçûn Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê di pevçûna çekdarî de 2 kes hatin kuştin.

Li Taxa Abîdeyê di navbera du koman de nîqaş derket, her ku çû nîqaş mezin bû û veguherî şerê çekdarî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

F.Byê ku di pevçûnê de bi çekê birîndar bû li cihê bûyerê, D.Ayê ku birînên wî xedar bûn jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê mir.

Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê P.Ş. desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst