Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Sûriyeyê û şandeyeke pêşwazî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Sûriyeyê Joel Vaul daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl jî amade bû.
Hat ragihandin ku di çarçoveya civînê de, kurteyek li ser kar û çalakiyên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li herêmê hat pêşkêşkirin.
Her du alî li ser berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hevdeng bûn.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya hevahengî û alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan re hat kirin.
Di beşeke din a civînê de, gavên dawî û pêşhatên pêvajoya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmergeyan hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan amaje bi pêwîstiya berdewamiya wê pêvajoyê kir û piştevaniya xwe ji bo gavên wê diyar kirin.
Çend mijarên din ên girêdayî rewşa herêmê û berjewendiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.