Baroya Wanê li ser kesên ku hatin desteserkirin daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Wanê ragihand ku di xwepêşandanên li dijî biryara Lijneya Hilbijartinan a Bajêr de 236 kes hatine desteserkirin ku 10 ji wan zarok in.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz li ser bûyerên dawî yên girêdayî xwepêşandanên du rojan a li Wanê daxuyaniyek da.

Ozaraz diyar kir ku di nav 2 rojan de li parêzgehê 236 kes hatine desteserkirin û ji wan 10 kes parêzer û 10 kes jî zarok bûne.

Herwiha piştî kar û barên yasayî 9 parêzer hatine berdan lê dema desteserkirinê ya parêzerekî hatiye dirêjkirin.

Li gorî amarên Baroya Wanê 9 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û lêpirsîna kesekî jî berdewam e.

Herwiha kar û barên yasayî yên 10 zarokan jî heta niha berdewam e.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lijneya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê neda Abdullah Zeydan da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

DEM Partiyê jî ew li dijî wê biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê serî li Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) da û YSKyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Di dawiyê de Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.