Abdulahat Arvas li ser biryara YSKyê daxuyanî da

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan YSK Abdulahat Arvas Abdullah Zeydan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullahat Aras, derbarê biryarên Lijneya Hilbijartinan a Wanê û biryara Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) daxuyaniyek belav kir.

Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullahat Aras got, “Ez rêzê li biryara YSKyê digirim.”

Berbijêrê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Abdulahat Aras, piştî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê ya betalkirina mazbataya berbijêrê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) Abdullah Zeydan bi 3 rojan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. 

Lê belê Lijneya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê neda Abdullah Zeydan da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

DEM Partiyê jî serî li YSKyê dabû û daxwaz kiribû Abdullah Zeydan were vegerandin.

Abdullah Aras derbarê pêvajoyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê nirxandin li ser îtiraza DEM Partiyê kiriye û biryar daye mazbata li berbijêrê DEM Partiyê were vegerandin.

Ez rêzê li biryarê digirim û hêvî dikim ji bo welatê me bi xêr be.”

Abdulahat Aras got,

“Ji ber hilbijartinên Şaredariya Wanê, ji 1ê Nîsana 2024an di wê pêvajoyê de, li dijî min û malbat û partiya min dest bi dezenformasyonê hat kirin.

Derbarê bûyerê de pêvajoya hiqûqî bi sebir û aramî hat şopandin. Beriya her tiştî ez dixwazim mijarekê bi awayekî samîmî û bi zelalî ji raya giştî re eşkere bikim.

Piştî hilbijartinan min mazbata wernegirt û ew îdia ne rast e. Ew dereweke ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo welatiyan bikişînin kolanan bi qestî hatiye plankirin û belavkirin.”

DEM Partiyê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê derket û serî li YSKyê da. YSKyê di roja 03.04.2024an îtiraza DEM Partiyê gotûbêj kir û biryar da mazbata ji bo berbijêrê DEM Partiyê bê dayîn.

“Wan mexdûr kir”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Abdulahat Aras amaje bi bûyer û xwepêşandanên xelkê Wanê jî kir û ragihand:

“Ez zîhniyeta siyasî ya ku tundî teşwîq kir û li Wanê 3 rojan jiyan rawestand, kolan xera kirin, jiyan û mal û milkê welatiyan tehdît kir û zerer da xelkê şermezar dikim.

Vê vandaliyê di serî de esnaf, karmend, memûr û xwendekar, welatiyên me bêzar kir û rojên borî anî bîra me û Wana me mexdûr kir.

Di vê pêvajoyê de heqaret û tehdîdên ku rojane li min û malbata min û endamên me yên AK Partiyê hatine kirin, nayên qebûlkirin."

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Lijneya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê neda Abdullah Zeydan da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

DEM Partiyê jî ew li dijî wê biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê serî li Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) da û YSKyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Di dawiyê de Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst