BEDLÎS - Deng dîsa hatin hejmartin û şaredariyê dest guherî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê piştî îtiraza li encamên hilbijartinê, deng dîsa hatin hejmartin û encam di berjewendiya Namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu de guherî.

Lijneya Hilbijartinan a Norşînê îtirazên AK Partî û DEM Partiyê nirxand û biryar da ku hinek sindoq û hinek dengên ku nederbasdar hatibûn hesibandin, dîsa bên hejmartin.

Piştî hejmartina wan dengan, namzedê AK Partiyê Eşref Mutlu derket rêza yekemîn.

Piştî hejmartina dawiyê encam bi vî rengî derketin:

  • AK Partî: 4 hezar 313 deng
  • Yenîden Refah: 4 hezar 297 deng
  • DEM Partî: 4 hezar 221
  • CHP: 98 deng
  • ÎYÎ Partî: 87 deng
  • Partiya Saadetê: 54 deng
  • BTP: 47 deng
  • Partiya Vatanê: 33 deng
  • TKP: 31 deng

Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Kadîr Kostekçî bal kişand ser wê yekê ku bi amadebûna hemû aliyan, Lijneya Hilbijartinan ya Navçeyê li dengên îtirazkirî vegeriyan û deng dîsa hejmartin û wiha pê da çû:

"Bi biryara Lijneya Hilbijartinan a Norşînê şaredarî derbasî partiya me bû.

Mixabin di pêvajoyê de gelek dengên nederbasdar hatibûn qebûlkirin.

Bi vê biryarê mafê me hat radestkirin. Ez hêvîdar im encam bibin wesileya xêrê."